Wezîrê berevaniyê yê Îranê jibo hevdîtin û gotûbêja tev rayedarên Efrîqaya Başûr roja duşemiyê sefera vî welatî kir.
Serdar sertîp pasdar Huseyn Dêhqan ser deweta fermî ya xanim Mapîsa Ankakola wezîra berevaniyê ya Efrîqaya Başûr jibo sefereke fermî ya du rojî berê xwe da Pertoryayê.
Serdar Dêhqan li vê seferê tev rayedarên Efrîqaya başûrî hevdîtin pêk anî û li bara meselên dualî, navneteweyî û navçeyî gotûbêjê dike.
Li gorî vê raporê îmzekirina hevhatina hevkariya berevaniyê, eskerî navbera Îran û Efrîqaya Başûr ji bernamên sefera durojî ya Dêhqan bo Efrîqaya Başûr ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)