Wezîrê berevanîyê yê Komara Islamî ya Îranê got: RÊketinama navokî mijarekî netewî jibo welêt e û gotina rêberê qedirgan di vî warî da dibê bibe bingeh.
Serdar sertîp Hisên Dêhqan wezîrê berevanîyê yê Îranê li civîna navenda fermandarîya aborîya ser bingeha berxwedanê ya parêzgeha Çarmihal û Bextyarîyê herwiha got: Rêketinama navokî mijareke netewî ye û tenê têkildarî dewletê û meclisê nîne, belkî hemî berpirs û dezgehan jibo pêşdabirina wê hewl dane û kar kirine.
Serdar sertîp Dêhaqan bi gotina vîya ku Îran li rêketinama navokî bi dû parastina destkevtên navokî bûye ta ku welatên cehanê mafê Îranê yê zengînkriina oranîyomê qebûl bikin û niha ew mafa bi fermî hatîye naskirinê û got: Îranê li gorî rêketinama navokî sozên xwe cih anîne û bêsozîya Amerîkayê jî ji ber wê ye ku dijmin hertim dijmin e.
Wezîrê berevanîyê yê Îranê pêkutî kir, eva ku gelo çima dijminê ku radighand bijareya serbazî li ser masê ye lê nekarî cih bîne, ji ber wê bû ku Îranji rêberekî bitivdîr û kara, hêzên çekdar ên xurt, amadebûna gel li meydanên piştgirîya ji inqilabê, tifaq û hevgirtina netewî sûdê werdigire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)