IraqNûçeRojhilatanavin

Parlamentoya Iraqê careke din hewl dide bicive

Parlamentoya Iraqê hewl dide careke din ji bo guftûgo kirina encamên helbijartinê bicive û endamên parlamentoyê bangî civînê kir.

Li gor zanyariyên bidest ketin, parlamentoya Iraqê bangname ji hemû endaman re rêkiriye ku di civînê de amade bin û civîn dê îro 26.05.2018ê demjimêr 16:00ê bi awayek ne asayî pêkbê.

Mijara serekî ya civînê guftûgo kirina encam û sextekariyên di helbijartina parlamentoyê de pêkhatine ye.

Heta naha parlamentoyê du caran hewl da bicive, lê ji ber rêjeya yasayî temam nekir nekariye civîna xwe pêkbîne.

Başa dön tuşu