ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê Berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê: Biryara Hêzên çekdar ji bo bêminetiyê ciddîtir bûye

Wezîrê Berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê got: Boykotên li warê berevaniyê, hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ji bo rawestana ser piyên xwe û bêminetiyê herî pirtir ciddî dike.

Wezîrê Berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê, Emîr Sertîp “Emîr Hatemî” roja Sêşemiyê li hevpeyivîna bi IRNAyê ra got: Piştî destpêbûna dora nû ya boykotên yekalî yên Amerîkayê li idjî Îranê, rêkarên guncan hatin raberkirin û li gorî plandarêştinên pêkhatî û tevdîrên amadekirî, hêzên çekdar ber bi bêminetiya zêdetir û palpiştiya zêdetir bixwe va terin.

Wezîrê Berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku sedî sedê hewcetiya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ji aliyê hêzên xurt û ciwanên jîr û bi feraset ên îranî tê dabînkirin, destnîşan kir: Heta dawiya îsal (sala 1397an a Koça Rojî), derdora 60 mijarên sereke bi hevkariya zanîngeh û wezareta têkillîgirtinê her wiha li warê deryayî û esmanî dê bigihêjin encamê.

Başa dön tuşu