NûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama cinayetên terorîstên DAIŞ`ê li Sûriyê

Ji ber êrişên îro pêncşemê yên bi gullên hawanê yên grûpa terorîst a DAIŞ`ê ser du taxên El-Cûre û El-Qusûr li bajarê Dêyrezûrê li rojhilata Sûriyê, bi dehan kes ji xelkê sivîl ên vî welatî hatine kuştin an jî birîndar bûne.

Ji aliyê din ve hatiye ragihandin ku artêşa Sûriyê îro li navçeya El-Hevîqe li Dêyrezûrê pîşiya êrişa terorîstan girtin û derbeyekî giran li wan xistin.

Her wisa ji ber êrişa îro ya bi gullên hawanê yên grûpa terorîst a DAIŞ`ê ser bajarê Helebê herîkêm 10 kesên sivîl hatine kuştin û 18 kes jî birîndar bûn.

Bingehên nûçan ji Sûriyê qala gurrbûna şerê artêş û hêzên gelanî yên vî welatî dujî terorîstan li derûdora Helebê kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu