FilistînNûçeRojhilatanavin

Wezîrê cengê yê Rêjîma Sîyonîst got ku Israîl yê di rewşekê da dewleta Filistînê bi fermî nas bike ku erdên(hatine dagirkirinê) ên Rêjîma Sîyonîst cihûbûna wan bê parastinê

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Filistînê (SAMA), Avîgdor Lîbêrman wezîrê cengê yê Rêjîma Sîyonîst li axavtina xwe li Konfiransa Ewlehîyê ya Monîxê bi idiaya vîya ku têgiheştineke şaş li bara rêçareya pêkanîna du dewletên serbixwe yên Filistîn û Israîlê heye, got ku Israîl yê wê demê dewleta Filistînê bi fermî nas bike ku tu cihûyek li axa wê nejî.

Lîberman pêkutî kir ku niha ji sedî 20`ê nifûsa Israîlê (erdên dagirbûyî yên sala 1948`an) filistînî pêk tînin, lewma divê erd û mirov bên veghortin ango her du alî divê di navbera xwe mirov û deveran bidin û bistînin.

Armanca Lîberman têkildarî vê pêşnîyarê, parastina yekrengîya nifûsa israîlî ya erdên dagirbûyî yên Filistînê ye, ser vî esasî, bajarokên ku li rexê rojavaya çemê urdinê jibo sîyonîstan hatine damezirandinê divê radestî Israîlê bên kirinê û li berdêla wê, gundên erdên dagirbûyî yên Filistînê ku ereb li wan dijîn, yên bibin beşek ji welatê serbixwe yê Filistînê.

Plana veghortina deveran di nabera sîyonîstan û Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê li gorî plana aştîyê ya erebî ye ku di sala 2002`an da hat pejirandinê. Li gorî plana aştîyê ya erebî, divê Israîl vekişe sînorên sala 1967`ê û li berdêla wê cehana ereb jî vê rêjîmê bi fermî nas bike.

Eva li halekî ye ku komên filistînî berê bicaran bi awayekî giran li ser neyarîya xwe li hemberî her cure paşdavekişîna li hemberî Rêjîma Sîyonîst û radestkirina erdên filistînî bi vê rêjîmê sekinîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu