NûçeAsyaRojhilatanavin

Wezîrê Cengî yê Siyonîst Îsraîl bi Wezîrê Parastinê yê Azerbaycanê re hevdîtin kir

Wezîrê berevaniya Komara Azerbaycanê û wezîrê şer ê Rejîma Siyonîst li peywendiya telefonî li ser xurtkirina hevkariyên leşkerî yên dualî gotûbêj kirin.

Peywendiyeke telefonî di navbera Wezîrê Berevaniya Komara Azerbaycanê Zakir Hasanov û Wezîrê Şerê Rejîma Siyonîst Yuaf Galant de pêk hat.
Di hevdîtinê de, Galant têkiliyên Tel-Avîv-Bakûyê wekî “dostane û li ser bingeha pêbaweriyê” binav kir.
Wezîrê Azerbaycanê jî bi boneya destbikarbûna Galant bo wezareta şer pîroz kir û tekezî li ser bihêzkirina hevkariyên leşkerî di navbera her du aliyan de kir.

Başa dön tuşu