ÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna meşqa Îla Beyt Muqedesê bi beşdariya 98 gurdanên li başûrê rojhilata Îranê

Meşqa mezin a berevaniyê, ewlehiyê û çandî ya Îla Beyt Muqedesê bi beşdariya 98 gurdanên şîeyan û suneyan bi duruşma, Yekitî, besîret û îqtidara besîcê û hogirên inqilabê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, başûrê rojhilata Îranê destpê bû.

Serdar sertîp Muhemed Maranî fermandê qirargeha  Qudsê ya hêza bejahiyê ya sipahê pasdarên  Inqilaba Îslamî li başûrê rojhilata Îranê roja sêşemiyê li mersima  destpêbûna  meşqa Îla Beyt Muqedes li Sîstan û Belûçistanê got : Besîc zirûfeke  mezin e jibo beravniyê ji nizama  Komara  Îslamî ya Îranê..

Serdar  sertîp Huseyn  Merûfî fermandê sipahê Selman li parêzgeha  Sîstan û Belûçistanê jî got : Meşqa Êla Beyt Muqedesê ji roja sêşmeiyê heya 24 ê Sibatê li 19 bajarên  parêzgeha  Sîstan û Belûçistanê  li warê berevanî, ewlehî, alîkarî û rizgarkirinê û rawestana li ber bûyerên pêşbînînekirî tê li dar xistin.

Serdar Merûfî got : Li meşqa Îla Beyt Muqedesê li parêzgeha Sîstan û Belûçistan, hêzên  besîcî bi yekitiya li kêleka hev amadetiya xwe jibo berevaniya ji kiyana Îrana Îslamî dinimînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu