NûçeRojhilatanavinSûriye

Wezîrê Dadê yê Sûriyê Necm Ehmed êrîşa terorîstan a ser avahiya Wezareta Dadê wek hewildana nixumandina tawanên terorîstan nirxand

Wezîrê Dadê yê Sûriyê Necm Ehmed êrîşa terorîstan a ser avahiya Wezareta Dadê wek hewildana nixumandina tawanên terorîstan nirxand

Ehmed got, ‘Êrîşa bombeyî ya ser avahiya dadweriyê hewildaneke veşartina tawanên terorîstan e. Lê mesele ew e ku di avahiya dadweriyê de belgeyên ku delîlên tawanên DAIŞê yên şer derdixin holê hene.’

Wezîrê Sûriyê bal kişand ser ku êrîşkarê xwekuj hewil daye bi unîformeyê leşkerî balê nekişîne ser xwe û wiha pê de çû: “Heke ketiba hundir, dê bandora bombeyê gelekî zêdetir bûya. Li gor zanyariyên destpêkê 35 kesan can daye û 45 kes jî birîndar bûne. Li têketana avahiyê ziyaneke mezin çêbûye. Me çaverêya çalakiyên wiha dikir, lewra ew tenê bi zimanê kuştin, teqîn û hilweşandinê dipeyivin.”

Ehmed da zanîn ku xwekujê duyemîn hatiye desteserkirin û got, “Derbarê êrîşê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ev ne rasthatineke ku li dema serkeftinên artêşa Sûriyê û serkeftinên hikûmetê yên Astana û Cenevê êrîş pêk tên.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu