EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê derve yê Almanyayê geheşt Tehranê

Wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas di berdewama sefera xwe ya ji bo rojhilata navîn de îro 10.06.2019ê geheşt paytexta Îranê Tehranê.

Li gor zanyariyên çapemeniya fermî ya Îranê  Heiko Maas dê vê serdana xwe ya ji bo Tehranê de dê li gel serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî û wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bicive û hin pirsên girêdayî her du welatan dê bên guftûgo kirin. Herwaha pirsa rêkeftina atomî û aloziyên vê dawiyê yên navbera Îran û Amerîkayê dê bên gotûbêj kirin.

Wezîrê derve yê Almanyayê berî serdana xwe ya ji bo Tehranê serdana welatên Iraq, Urdin û Îmaratê kir û li gel berpirsên payebilind ê wan welatan hevdîtin û guftûgo kirin.

Başa dön tuşu