CîhanNûçeRojhilatanavin

Li petrokîmyaya Misrê teqîn: 44 birîndar

Li bajarê Îskenderiye yê Misrê tankêra gazê ya barkirî li tesîsa petrokîmyayê înfîlaq kir. Li gorî amareyên pêşî di şewata encama teqînê de 44 kes birîndar bûn.

Li gorî rapora Sputnik`ê, Berdevkê Wezareta Tendirustî yê Misrê Xalid Mucahid di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku li ser rêya Îskenderiye û Qahireyê li tesîseke aîdî şirketeke petrokîmyayê tankêra gaza barkirî înfîlaq kir, di encama şewata teqîna tankerê de 44 kes birîndar bûn.

Xalid Mucahid di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: “Ji 44 birîndaran rewşa 6 kesan giran e û ji sedî 60î zêdetir laşê wan şewitî ye. Her 6 birîndar niha di rewşa xwêtiyê de ne.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu