CîhanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Wezîrê derve yê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê civaka cîhanî rexne kir ji ber ku nekariye şerê li Yemenê rawestîne û xwe li ber dorpêçiya Yemenê bêdeng kiriye

Kanala Al-Alamê ragihand ku Wezîrê derve yê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê Hişam Şeref Abdullah bal kişand ser rûniştina çar alî ya îro li Umanê bi beşdariya nûnerê taybet yê Ny li karûbarên Yemenê û got:Amerîka, Îngilistan, Erebistan û Mîrîtiyê Yegirtî yên Erebî ji sebebkarên sereke yên êrişa ser xelkê Yemenê ne û ti hewldanek jî ji bo rawestandina şêr nayê kirin.

Hişam Şeref Abdullah got: Rûniştina Umanê ku bêyî beşdariya yemeniyan pêk tê divê peyamek bibe ji bo kutakirina şer û pevçûnan û mudaxileya leşkerî li Yemenê.

Wezîrê derve yê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê cardin ji Erebistanê xwest ku li bin çavdêriya NY  rasterast bi yemeniyan re rûne. wî li dewmê de anî ziman ku Erebistanê şerê xwînawî li dij gelê mezlûm yê Yemenê da despêkirin û bi alîkariya diravî û sîlahî ji grûpên terorîst û çekdar li Yemenê ev welata aloz û bê ewleh kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu