NûçeErebîstanRojhilatanavin

Wezîrê Derve yê Îranê bi Wezîrê Derve yê Siûdiyê re civiya

Wezîrê karên derve yê Îranê li ser helwêsta hevpar a welatên îslamî li ser piştgirîkirina ji gelê Filistînê sekinî.

Li gorî rapora nûçegihanê me, Husên Emîr Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê li hevdîtina xwe ya bi wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan li civîna awarte ya wezîrên karên derve yên welatên endam, bal kişande ser giringiya wergirtina helwêsteke berdewam û bihêz bo piştevaniya ji Filistînê. Rêxistina Hevkariya Îslamî ya derbarê Filistînê de.

Emîr Ebdullahiyan bal kişand ser helwesta hevpar a Îran û Erebîstana Siûdî di warê piştgirîkirina gelê Filistînê de û got:

“Komara Îslamî ya Îranê çaverê ye ku di vê lûtkeyê de biryarên bibandor ji bo piştgirîkirina Filistînê û bidawîanîna jenosîda filistîniyan û helwestên hevpar bên standin.”

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî “Fêsel Bin Ferhan” jî bal kişande ser rewşa krîtîk a Filistînê û rewşa mirovî ya nebaş li Zîvala Gazayê û bal kişand ser vê yekê ku divê di çarçoveya berdewamiya hewlên ji bo bidawîkirina şerê li zîvala Gazayê de biryarên girîng bên standin.

Wezîrê karên derve yê Erebistanê jî kêfxweşiya xwe ji berfirebûna peywendiyên Riyaz-Tehranê nîşan da û bal kişand ser îradeya rayedarên Erebistanê ji bo avêtina gavên nû ji bo pêşvebirina peywendiyên digel Komara Îslamî ya Îranê.

Wezîrên karên derve yên Îran û Erebistana Siûdî çend mijarên girîng li warê peywendiyên dualî hildan û li ser hewlên hevpar ji bo pêkanîna plan û armancên du welatan li hev kirin.

Başa dön tuşu