ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Wezîrê Derve yê Îranê diçe Sûriye û Tirkiyê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li gor daxwaza serokomarê Sûriyê, îro sefera Şamê paytexta vî welatî dike û piştî wê, ew ê sefera Tirkiyê bike.

Ajansa fermî ya Îranê, IRNA, ragihandiye, Wezîrê Derve yê  Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro diçe Şamê û bi serokê Sûriyê  Beşar Esed û rayedarên din yên wî welatî re hevdîtin dike.

Wezîrê Derve yê  Komara Îslamî ya Îranê  ji bo rojekê diçe Sûriye û li wir bi serokomarê vî welatî Beşar Esed, seroka meclisa wê Hemûde Sebax û bi wezîrê derve yê Sûriyê Welîd El-Muelim re wê hevdîtin û gotûbêjê bike. Zerîf piştî kutabûna vê serdana xwe ku rojekê dom dike wê sefearTirkiyê bike.

Ev sefera Zerîf deh rojan berî lidarketina civîna sê welatên Îran, Rûsya û Tirkiyê ya Astaneyê (bajarê Nûrsultanê) ya Qezaqistanê li bara Sûriyê pêk tê.

Muzakireyên Astaneyê ji sala 2017 bi pêşniyara Îran û Rûsyayê û hevkariya Tirkiyê pêk hatin ji bo kêmkirina şer û pevçûnan di nav Sûriyê de.

Li gorî agahiyên ÎRNA, Zerîf dê piştî Sûriyê derbasî Tirkiyê bibe û bi rayedarên Enqerê re hevdîtin bike.

Başa dön tuşu