Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li gor daxwaza serokomarê Sûriyê, îro sefera Şamê paytexta vî welatî dike û piştî wê, ew ê sefera Tirkiyê bike.
Ajansa fermî ya Îranê, IRNA, ragihandiye, Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro diçe Şamê û bi serokê Sûriyê Beşar Esed û rayedarên din yên wî welatî re hevdîtin dike.
Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê ji bo rojekê diçe Sûriye û li wir bi serokomarê vî welatî Beşar Esed, seroka meclisa wê Hemûde Sebax û bi wezîrê derve yê Sûriyê Welîd El-Muelim re wê hevdîtin û gotûbêjê bike. Zerîf piştî kutabûna vê serdana xwe ku rojekê dom dike wê sefearTirkiyê bike.
Ev sefera Zerîf deh rojan berî lidarketina civîna sê welatên Îran, Rûsya û Tirkiyê ya Astaneyê (bajarê Nûrsultanê) ya Qezaqistanê li bara Sûriyê pêk tê.
Muzakireyên Astaneyê ji sala 2017 bi pêşniyara Îran û Rûsyayê û hevkariya Tirkiyê pêk hatin ji bo kêmkirina şer û pevçûnan di nav Sûriyê de.
Li gorî agahiyên ÎRNA, Zerîf dê piştî Sûriyê derbasî Tirkiyê bibe û bi rayedarên Enqerê re hevdîtin bike.