AborîAsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî li Ermenîstanê bi Sarkijyan re civiya

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî duh ji bo hevdîtinên fermî çû serdana Ermenistanê û ligel hemkarê xwe yê Ermenistanê Serj Sarkisyan civiya.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî duh çû serdana Ermenistanê û ji aliyê Serokomarê Ermenistanê Sarkisyan ve bi rêûresmeke fermî hat pêşwazî kirin. Piştî rêûresmê herdu serokomar û şanda wan dest bi civînê kirin. Sarkisyan, Rûhanî wek “Mêvanê ku gele Ermenî li bende bû’ binav kir û got têkiliyên navbera herdu welatan xwediyê bingeheke dîrokî ye.

Rûhanî jî diyar kir ku Îran û Ermenistan ji heman çandê tên û her du gel her tim bi dostanî û di nava aşitiyê jiyane. Rûhanî da zanîn ku ew welatê Ermenistanê wek dost qebûl dikin û anî ziman ku ew dixwazin têkiliyên xwe yên bi vî welatî re hîn xurt bikin.

Di çarçoveya serdanê de di navbera Ermenistan û Îranê de di qadên wek werzîş, rewşên awarte, tûrîzm û gumrukê de peymanên hevkariyê hatin îmzekirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu