İslami Davet Kurdi Bange İslami

Wezîrê Derve yê Îranê li Cenevreyê ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan ji bo beşdarî 55emîn civîna Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bibe hat Cenevreyê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iranpress`ê, wezîrê karên derve yê Îranê Emîr Ebdullahiyan îro danê sibê li gel şandeke dîplomatîk ji bo beşdariya li civîna bilind a Konseya Mafên Mirovan û beşa bilind a konferansa bêçekkirinê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bike.

Emîr Ebdullahiyan dê di du civînên bilind de biaxive û helwêst û nêrînên Komara Îslamî ya Îranê derbarê bernameya civînê de şirove bike.

Her wiha dê li rûniştina derbarê Filistînê de beşdar bibe û helwêst û nêrîna Komara Îslamî ya Îranê li bara Filistînê û qeyrana berdewam a li Gezeyê û Şerîeya Rojava şirove bike.

Ji planên din ên wezîrê karên derve yê Îranê li vê seferê dê hevdîtinên dualî û gotûbêja digel wezîrên karên derve yên hin welatên beşdar û berpirsên pilebilind ên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) be.

Exit mobile version