NûçeLubnanRojhilatanavin

Wezîrê Derve yê Lubnanê: Em li ser hewldanên xwe yên ji bo ragirtina aloziya di navbera Hizbullah û Îsraîlê de berdewam in

Wezîrê Derve yê Lubnanê Ebdullah Bou Hebîb ragihand ku Beyrût ji bo rêgirtina li aloziyên navbera Hizbullah û Îsraîlî hewldanên xwe didomîne.

Wezîrê karên derve yê Lubnanê destnîşan kir: “Lê em hişyarî didin û me pêştir jî hişyarî daye, ku mifteya aramiyê li Lubnan û navçeyê di çareseriyên giştalî û mayînde li gorî biryarên navneteweyî û yasayên navneteweyî ye ji bo derketina ji tunela vê qeyranê.” û ev êrîş.”

Bou Hebîb destnîşan kir ku divê fînansekirina şerê li Rojhilata Navîn bê sekinandin û îro beriya sibê derfet ji çareseriyên dîplomatîk re bê dayîn.

Di vê çarçoveyê de wezîrê Lubnanê tekez kir ku fînansekirina UNRWA di berjewendiya Lubnanê û aramiya navçê de ye.

Başa dön tuşu