CîhanNûçeRojhilatanavin

Wezîrê Derve yê Qeterê: Me danûstandineke wisa ji dijminên xwe jî nedîtiye

Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdurehman bin Casim Al Sanî li ser kirîza dîplomatîk a di navbera welatê xwe û welatên ereban de ragihand ku wan pêştir dijminahiyek bi awayî nedîtine.

Wezîrê Derve yê Qeterê di derbarê kirîza navbera welatê xwe û Erebistana Siûdî û welatên din ên ereban de daxuyanî da.

Şêx Mihemed bin Ebdurehman bin Casim Al Sanî diyar kir ku kirîz bi ti awayî çareseriya leşkerî çare nabe û di Artêşa Qeterê de ti tevgerek nîne, yekîneyan cih neguhertine û got: “Me danûstandineke wisa ji dijminên xwe jî nedîtiye.”

Wezîrê Derve yê Qeterê got: “Mîrnişînên Yekîtiya ereban %40ê elektrîka xwe bi rêya gaza xwezayî ya Qeterê dabîn dike. Îranê bi ragihandina amadeyiya xwe bo alîkariya xurakê 3 benderên xwe ji bo Qeterê terxan kirine. Em bi ti awayî xwe radest nakin, em ji siyaseta derve ya xwe ya serbixwe nayên xwar.”

Erebistana Siûdiyê û 7 welatên din ên eraban têkiliyên dîplomasî ya bi Qeterê re dabûn rawestandin û piştre jî hin welatên din beşdar bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu