NûçeRojhilatanavinSûriye

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd El-Muelim: Êdî her kes dizane ku Tirkiye piştgiriya terorê dike

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd El-Muelim teqez kir ku ti hevahengî di navbera wan û Tirkiyeyê de tine û ya dawî erda Sûriyeyê dagir kiriye û ew piştgiriya terorê dike.

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd El-Muelim piştî hevdîtina xwe bi Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura re, civîneke çapemeniyê li dar xist û teqez kir ku ew bawer dikin ku çareseriya Sûriyeyê di rêya diyaloga sûrî-sûrî de ye, bê ku ti aliyê biyanî destwerdanê tê de bike.

Herwiha Muelim diyar kir ku baweriya Şamê bi rola NYyê û rêzgiriya wan ji serweriya welatan re tê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu