AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê Ewlehîyê: Meyla sermayedanînê li welêt pêk hatîye

Seyîdmehmûd Elewî wezîrê ewlekarîyê yê Îranê duh danê êvarê li mizgevta bajarê Dêlîcan (li navenda Îranê) herwiha got: Rewşa aloz a deverê bûye heger ku gellek sermayedaner hez bikin li aborîya Îranê pişkdar bin û eva hasila pergala ewlehîyê ya xurt li welêt e.

Elewî herwiha got: Gelê Îranê dewreyên bêewlehîtîyê derbas kirine lê, bi awayekî qehîm girêdayîyê nirx û armancên Nizama islamî ne û berpirs jî bi hebûna vî gelî şanazîyê dikin û hemî hewldana xwe jibo avedankirina welêt bikar tînin.

Wezîrê ewlekarîyê li dawîyê got: Niha gellek welat hene ku hewl didin derbê li Komara Islamî ya Îranê bidin lê, çandêrî û serdestîya dezgehên curbicur li warê lêzanînan bûye berbendeke qahîm li ser rêka van komployana. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu