Hadî Amirî ragihand ku roja pêncşemiyê yê firokexaneya Til Eferê û gundên derdora wî ji bin kontrola têrorîstên DAIŞ`ê bê derxistin.
Di vî warî da Yûsêf El Kelabî berdevkê hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê anku Heşdi Şeibî jî destnîşan kir: Firokexaneya Til Eferê armanceke stratijîk li opêrasiyona bereya rojavayiya Mûsilê tê hesêb û serdestiya li ser wê, destpêka têkçûna DAIŞ`ê li Til Eferê ye.
Berdevkê Heşdi Şeibiyê pêştir ragihandibû ku firokexaneya Til Eferê ji hêla leşkerî va hatiye azadkirin; Çimku di bin gullebaran hêzên gelanî da ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)