ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê ewlekariyê yê Îranê: Saziya ewlekariya Îranê li gorî bingeha şerîeta îslamê, qanûn û exlaqê ye

Wezîrê ewlekariyê yê Îranê got: Xebata ewlekariyê li Komara Îslamî ya Îranê li gorî şer`a Îslamê, exlaq û qanûna Îranê ye ku ew jî wergirtî ji hikmên îslamî ye.

Seyd Mehmûd Elewî êvara yekşemiyê li bajarê Meşhedê li bakurê rojhilata Îranê tevî pîrozkirina deheya pîrzo a Fecrê ya Înqilaba Îslamî her wiha got: Saziya ewlekariyê ya Komara Îslamî ya Îranê gellek ciyawaz digel saziyên istixbaratî yên welatên din ên cîhanê ye ku bêyî tu soz û qeydekê û bi awayekî azad her karî dikin.

Wezîrê ewlekariyê yê Îranê bi bîr xist: Em di rewşekê da sî û heştemîn salvegera Înqilaba Îslamî derbas dikin ku nearamî  bêewlehî li welatên derdor û heta welatên dûr ji Îranê berbelav bûye û Komara Îslamî ya Îranê li gorî gotina rêberê giranqedr ê Înqilabê xwedana ewlehiyeke bêhempa ye.

Elewî her wiha got: Ev ewlehî mêwe û encama yekîtî, hevdilî, hevrêtî û hevgirtina saziyin wekî wezareta ewlekariyê, wezareta karên hundir, Sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî, artêş, hêzên ewlehiyê, Besîc, Saziya Dadweriyê û navendên bibandor  li vî warî da ji wan Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî û erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê ye ku bi hevfikrî û hev-endîşîiyê li warê xizmetgihaniya bo welêt danûstandin û hevfikriyê dikin.

Wezîrê ewlekariyê yê Îranê got: Dijminan hemî şiyana xwe ji bo xistina ber pirsê ya Îranê û ewlehiya wê bi kar anîne lê bi hewildan û cangorîtiya hêzên ewlekarî, ewlehî û leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê ewlehiyeke bêhempa li Îranê pêk hatiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu