Wezîrê Ewqafê yê Sûriyê roja sêşemiyê li hevdîtina tev Aetullah seyd Ebulfezl Tebatebayî Eşkezerî, nûnerê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li vî welatî li Şamê destnîşan kir ku xebatên mezhebî yên Komara Îslamî ya Îranê xurtkirina yekitiya umeta Îslamî ye.
Li gorî rapora IRNA`yê, Muhemed Ebdulsetar bal kişand ser peywendiyên baş ên Îran û Sûriyê û got: Erebistana siûdî ji hevaltiya Têhran û Şamê pir hêrs bûye.
Wezîrê Ewqafê yê Sûriyê bal kişand ser hewldanên Erebistanê jibo rewacdayîna fanatîzmê li Sûriyê û got: Rejîma Siûdî heya niha nekariye bighêje armancên xwe yên kirêt li Sûriyê.
Muhemed Ebdulsetar El-Seyid her wiha got: Ev hevdîtina derfetekê ji bo yekitiya zêdetir a gelên Îran û Sûriyê ye.
Wezîrê Ewqafê yê Sûriyê her wiha diyar kir: Hevdîtina alimên mezhebên curbicur bi hev re tim ji bo pêkanîna yekitiyê kêrhatî bûye.
Nûnerê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li Sûriyê jî li vê hevdîtinê got: Hevdîtinên dewreyî tev aliman û ramanwerên sûrî li çarçoveya xurtkirina yekitiya navbera misilmanan e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)