CîhanEfxanîstanEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Dozgerê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) Fatou Bensouda daxuyand ku leşkerên Amerîkayî û CIAyê l Efxanîstanê sûcê şer kirine û di derbarê wan de delîl hene

Bensouda di raporta xwe ya salane de cih da faaliyetên Amerîka yên li Efxanîstanê û tê de got, “Zanyariyên hatine bidestxistin ji bo ku em pêbawer bikin ku Hêzên Çekdar ên Amerîka û endamên CIAyê di dema lêpirsîna girtiyan de çalakiyên wekî îşkence, miameleya xerab, êrişkirina rûmeta mirov û destdirêjiyê, ku sûcê şer tên qebûl kirin, pêk anîne.”

Di raportê de hat dest nîşan kirin ku sûcên şer ên Amerîkayê gihiştiye navendên desteserkirinê yên li Ewropaya Rojhilat û hat diyar kirin ku tiştên qewmîne ne ‘bûyerên şexsî’ ne, encama tekînekên lêpirsînê yên pejirandî ne.

Dozgerê UCMê di derbarê sûcên şer ên Amerîkayê de ji bo destpêkirina lêpirsîneke berfireh tu nirxandin nekir. Çavkaniyekî Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê ji bo Sputnikê axivî û got Moskova di derbarê îdiayan de wê bi kêfxweşî pêşwaziya destpêkirina lêkolînê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu