ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê Itilaat û Ewlehîya Îranê: Çend komên têrorîst li rojavaya Îranê hatin girtin

Wezîrê Itilaat û Ewlehîyê yê Komara Islamî ya Îranê ragihand ku çend tîmên têrorîst di çend rojên vê dawîyê de li deverên rojava û başûra rojavaya welêt hatin naskirin û girtinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhrê, Seyîd Mehmûd Elewî Wezîrê Itilaat û Ewlehîyê yê Komara Islamî ya Îranê got: Ew tîmên têrorîst di encama opêrasyona lêzanînê ya di demê de ya hêzên ewlehîyê hatin naskirin ûgirtinê.

Elewî herwiha got: Digel endamên tîmên têrorîst, hin çek û madeyên teqandinê jî hatine zevtkirin ku agahîyên tam ên vê opêrasyonê dê bi zûtirkê bên belavkirin.

Wezîrê Itilaat û Ewlehîyê yê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser pişkdarîya berfire ya gelê Îranê li meşa Roja Cîhanî ya Qudsê û pêgirî li ser dabînkirina ewlehîya tam a vê meşê li deverên curbicur ên welêt û pêgirî kir ku hemî amadekarîyên pêwîst ji bo lidarxistina bicoştir a meşa Roja Cîhanî ya Qudsê hatine kirinê û hêzên lêzanîn û ewlehîyê erkdarê dabînkirina ewlehîya vê merasimê ne.

Başa dön tuşu