ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê Itilaata Îranê plandarêjên êrişa têrorîstî ya li Ehwazê hişyar kirin

Wezîrê Itilaatê yê Îranê pêgirî kir: Komara Islamî ya Îranê dê bersiveke tepeserkir û qahîm bide plandarêjên êrişa têrorîstî ya li Ehwazê.

Seyîd Mehmûd Elewî wezîrê Itilaatê yê Îranê îro ragihand: Hêzên ewlehîyê yên Îranê dê cinayetkarên dilrreq bişopînin ta k uwan bigirin û dezgeha dadwerîyê jî dîwana bike û di yekem pêngavê de yê bersiveke tepeserkir bidin plandarêjên êrişa dijî mirovantî û têrorîstî ya li Ehwazê.

Wezîrê Itilaata Îranê herwiha got: Çwan ku Sedam kirêgirtî û zilamê zorbêjên cîhanê û hogirên navçeyî yê wî di êrişa ser Îranê de pêrgî işkestê bûn û bi bersiva didanşikên a gelê egît ê Îranê re rûbirû bûn, kiryara têrorîstî ya li şarê Ehwazê jî ku bi piştgirîya bîyanîyan ji bo alozkirina rewşa Îranê pêk hat, dê bêencam bimîne û bi qasî serê derzîyê jî bandorê li iqtidar û hevgirtina Komara Islamî ya Îranê nake.

Koma terorîst a El Ehwaziye ku London û Riyaz pişta wê digirin, roja şemiyê ji parkekê li rex cihê birêvebirina merasima rêzbûna leşkerî ya hêzên çekdar ên Îranê li Ehwazê, xelk da ber gulleyan ku di encama vê êrişê de 25 hêzên leşkerî û xelkê bêsûc ji wan hejmarek jin û zarok şehîd û 60 kes jî birîndar bûn.

Başa dön tuşu