NûçeRojhilatanavin

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê bi welîehdê Erebistanê re derbarê Îranê de axivî

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di daxûyanîyekê de ragihand ku Mike Pompeo Wezîrê karên Derve yê vî welatî bi welîehdê Erebistanê re derbarê Îranê de axivî.

Di daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de hatîye ku Mike Pompeo û Mihemed Bin Selman di vê gotûbêja telefonî de ku şeva buhurî pêk hat, derbarê gellek meseleyên herêmê û yên dualî ji wan yên Yemenê û tişta ku “ kiryarên xirabkir ên Îranê li navçê“ hatîye binavkirinê de gotûbêj kirin.

Başa dön tuşu