Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî: Lihevkirina Navokî nivîşkan e
Li berebrê hevdîtina Mihemed Bin Selmanê welîehdê Erebistana Siûdî digel Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê, Adil Cubeyrê wezîrê karên derve yê vî welatî, Lihevkirina Navokî wek Lihevkirineka Nivîşkan da zanîn.
Li gorî rapora êvara Duşemiyê ya IRNAyê, Adil Cubeyrê Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî li Waşîngtonê tevî dubarekirina îdiayên xwe yên dijî Îranê, ji nûçegihanan ra got: Bi nêrîna Riyazê Lihevkirina Navokî ya navbera Îranê û Koma 5+1ê lihevkirineka Nivîşkan e.
Mihemed Bin Selmanê welîehdê Erebistanê biryar e li sefera xwe ya du hefteyî bo Amerîkayê roja Sêşemiyê bi Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ra hevdîtin û gotûbêj bike.
Gotinên Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî li warê dijayetiya bi Lihevkirina Navokî ra di rewşekê da ne ku Fêdêrîka Mogirîniya berpirsa siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewropayê û aliyên din ên Lihevkirina Navokî bi caran tevî pêgiriya li ser viya ku Lihevkirina Navokî ya civata navneteweyî ye, bi bîr xistine ku ev lihevkirin, lihevkirinek nîne ku bi awayê dualî hatibe amadekirin û meriv bikare têda guhertinan pêk bîne.
Cîhan berrovajiya Amerîka, Rêjîma Siyonîst û Erebistanê, daxwaza parastina Lihevkirina navokî dike.
Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1ê (Amerîka, Inglîs, Rûsiye, Fransa, Çîn û Almanya) nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar ji meha Çileya 2016an va ketiye qada cihanînê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)