ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Îranê berê xwe da Norwêjê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf li vê sefera durojî tevî amadebûna li komcivîna Osloyê, wê hevdîtinên duyalî digel rayedarên beşdar li vê komcivînê hebe û wê li ser babetên navçeyî û navneteweyî bi wan ra bişêwire.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha dê hevdîtinên duyalî digel rayedarên norwêjî hebe ku li van hevdîtinan li bara peywendiyên duyalî di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Norwêjê behs û danûstandin pêk tê û dawîn guhertinên navçe û cehanê tên hilkolandin.

Armanca sereke ya komcivîna salê ya Osloyê, hêsankiirna şêwirîn û danûstandina wan welatan e ku hewil didin aliyên kêşedar digel hev ji bo pûeydakirina rêkarên li ser esasa gotûbêjê han bidin.

Li gorî zanyariyên malpera Komcivîna Osloyê, beşdarên li vê komcivîna durojî, berpirsa siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewropayê, Fêdêrîka Mogirînî, wezîrê karên derve yê berê yê Amerîkayê, Camn Kêrî, Tabwambekî, serokomarê berê yê Afrîqaya Başûr, Kofî Enan sikritirê giştî yê berê yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Cifrî Filtmen cîgirê sikritirê giştî yê NY li warê siyasî, wezîrên karên derve yên Îran, Kênya, Endonizya, Sûdan, Urdin, Bosnî û Hêrzegovîn, Fenland, Krowasî û hinekên din ji nûnerên derecebilind ên welatên din in.

Komcivîna Osloyê sala 2003`an destpêkê bi awayê civîneke biçûk pêkhatî ji navbeynkarên cûrbicûr hat lidarxistin; Di yekem dora civîna vê komcivînê da tenê 17 welat beşdar bûn; Lê niha nûnerên zêde ji 100 welatî her salê beşdarî vê komcivînê dibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu