AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Îranê çû Uzbekistanê

Wezîrê karên derve yê Îranê ligel taximeke pilebilind ji Têhranê ber bi Taşkenda Uzbekistanê va bi rê ket.

Li gorî rapora dayra ragihandinê ya wezareta karên derve ya Îranê, Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê vê sibê jibo pişkdarîya li merasima definkirina Islam Kerîmof serokomarê Uzbekistanê ligel taximeke pilebilind a sîyasî çû Semerqenda Uzbekistanê.

Zerîf wek nunerê dewlet û gelê Îranê yê li merasima definkirina serokomarê Uzbekistanê pişkdar be û sersaxîyê bide gel û binemala serokomarê Uzbekistanê.

Merasima definkirina Islam Kerîmof yê îro li bajarê Semerqendê bê lidarxistin.

Bi dû koça dawîn a Kerîmof, 3 roj şîna giştî li Uzbekistanê hat ragihandin.

Televîzyona dewleta Uzbekistanê duh êvarê ragihand, Islam Kerîmof ê 78 salî piştî 5 rojên ji ser hişê xwe çûyînê, ji ber rawestana mejî emrê Xwedê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu