NûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Îranê diçe Tirkiyê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê, bona gotûbaja tev rayedarên Tirkiyê li bara berfirehkirina peywendiyên di navbera Têhran û Enqerê de, diçe Tirkiyê.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Fars News`ê, Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê, sibê anku şemiyê dê here Enqereya paytexta Tirkiyê ta ku tev rayedarên payebilind ên vî welatî ji wan Mewlûd Çawûşoglû, wezîrê karên derve yê Tirkiyê û Ehmed Dawûdoglû, serokwezîrê vî welatî re bona hilkolandina peywendiyên dualî û alogorên vê dawiyê yên navçê hevdîtin û gotûbêj pêk bîne.

Ehmed Dawûdoglû, serokwezîrê Tirkiyê, li sefera xwe ya 5`ê Adarê bo Têhranê û hevdîtina tev Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya Îranê, gotibû, Enqere bi biryar e ku qonaxeke nû li peywendiyên xwe tev Têhranê pêk dest pê bike û hevkariyên di navbera du welatan di warên curbiur de berfireh bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu