CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Îranê roja pênşmiyê bal kişand ser vê yekê ku divê gişt alî ser hevhatina navokî bisekinin û got : Ger Donald Trump hevhatina navokî red bike em ê wî ecêbgirtî bikin

Muhemed Cewad Zerîf piştî axiftina  li civîna  awarte ya wezîrên karên derve  yên Rêxistina Hevkariya Îslamî li Kualalampûra Malezyayê li gotûbêja bi nûçegihanan re  li bersiva pirsa li bara  berteka li hember kiryara muhtemel a Trump ser hevhatina navokî got: Ger Trump hevhatina navokî red bike, çawa ku min pêştir jî gotiye ew hez dike xelkê ecêbgirtî bike, em ê jî wî ecêbgirtî bikin.

Zerîf bal kişand ser vê yekê ku siyasetên Komara Îslamî ya Îranê naguherin û got: Eva erka Emerîkayê ye ku çawa li hember civaka navneteweyî biryarê bide.

Wî bal kişand ser vê yekê ku li serdema Barak Obama jî hin meselên me hebûn. Em bawer in hevhatina navokî peymaneke navneteweyî ye û em li bara wê qet bifukar nînin .

Herçend ku Donald Trump serokkomarê bijartî yê Emerîkayê vê dawiyê gotibû ku naxwaze eşkere bike ku dê li hember rêketinnama navokî, dê çi helwestek hebe. Dewleta niha ya Emerîkayê û rêberên ewrûpî li rojên buhurî û hevgavê yekim salvegera vê hevhatinê piştgiriya xwe ji wê ragihandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu