ÎranNûçeRojhilatanavin

Gelê Îranê nefreta xwe ji komployên dijminan ragihand

Gelê Têhranê bi mebesta şermezarkirina cinayetên istikbara cîhanî û êrîşa têrorîstî li Ehwazê, piştî xwendina nimêja Îniyê beşdarî xwenîşandaneka berfireh bûn.

Gelê Têhranê li xwenîşandana berfireh piştî xwendina nimêja Îniyê ya vê hefteyê, êrîşa têrorîstî ya Şemiya bihurî, 22ê Îlona 2018an, li Ehwazê şermezar kirin; Nimêjkaran li vê xwenîşandanê, hin dirûşme bi nîşana şermezarkirina vê bûyera têrorîstî her wiha piştgirên navneteweyî yên têrorîstan bilind kirin.

Têrorîstan Şemiya bihurî li kêleka lidarxistina rêrûsima rijeya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li Ehwazê li başûrê rojavaya Îranê, gulle berdan ser gelê temaşevan ku di encama vê êrîşêm da 24 kes şehîd bûn û zêdetirî 60 kes jî birîndar.

Cinayeta Ehazê encama “Karê hevpar a DAIŞ û Koma têrorîst a El Ehwaziyê”  ye ku her du ser bi Erebistanê ne.

Beriya viya jî Ayetullah Mihemed Elî Muwehidî Kirmanî xetîbê nimêja Îniyê ya Têhranê li xutbeyên nimêja Îniyê ya vê hefteya Têhranê tevî şermezarkirina êrîşa têrorîstî ya Ehwazê, her wiha got: Erbabên bêhêvî, gendelkar û zarokkuj ên têrorîstan tu riyek ji billî azirandin û tolhildana ji gelê Îranê li ber xwe nabînin.

Her wiha serdar sertîp Hisên Selamî cînişînê Fermandarê gişt ê Sipahê Pasdaran ê Înqilaba Îslamî li axaftina xwe beriya xutbeyên nimêja Îniyê, tevî amajeya bi vê yejkê ku plandarêjên vê êrîşa têrorîstî, Amerîka, Rêjîma Siyonîst, Erebistan û Imarat in, ji Erebistan û Imaratê ra got: Hûnê li kêşe û gengeşeya bi Komara Îslamî ya Îranê ra dê tu serketinekê bi dest nexin.

Başa dön tuşu