Wezîrê karên derve yê Iraqê ragihand ku şikestdana DAIŞ`ê serketina hemî umet û gelên cîhanê ye û divê hemî li vê riyê alîkariyê bidin Bexdayê.
Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê li hevdîtina tev Corcî Bosen, alîkarê nunerê NY li Bexdayê li bara alûgurên siyasî û ewlehiyê û piştgiriya ji vê rêxistinê ji Iraqê û hewldanên ji bo rawestana li ber terorîzmê behs û gotûbêj kir.
Ceferî got: Serketina Iarqê hemberî DAIŞ`ê serketina jibo hemî gelan û xelkê cîhanê ye ji ber ku ji bo berevaniya ji xwe û bi nuneratiya ji cîhanê li hemebr DAIŞ`ê şêr dikin.
Wî got: Asta piştgiriya NY ji Iraqê nîşana hesta berpirsiyarbûna vê rêxistinê li hemebr welatên cîhanê ye ji ber ku Iraq ketiye nav şerê cîhanî li dijî DAIŞê û ketiye rewşeke aborî ya xirab ku pêwîst e civaka cîhanî pirtir ji bo vê meselê hewlê bidin.
Wezîrê karên derve ya Iraqê tevî spasiya ji piştgiriyên NY li ser pêwîstiya hewldana zêdetir û dabînkirina hemî alîkariyan ji bo operasyona Mûsilê tekez kir.