ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Iraqê: Em ê tevlî tu mêhwereke li dijî Îranê nebin

Wezîrê karên derve yê Iraqê got ku Bexda dê tevlî tu mêhwereke li dijî Komara Îslamî ya Îranê nebe.

 Li gorî rapora Fars News`ê, Muhemed Elî El-Hekîm wezîrê karên derve yê Iraqê roja çarşemiyê li  press konferansa hevpar tev Sergeyî Lavrov hevtayê xwe yê rûsî li Moskowayê got ku emê tevlî tu mêhwerekê li dijî Îranê nebin.

Wezîrê karên derve yê Iraqê got ku  hevkariya eskerî û ewlehiyê bi Rûsiyê re  işkesta  DAIŞê li Sûriyê û Iraqê garantî dike.

Muhemed Elî Hekîm her wiha li bara  alûgirên Sûriyê jî destnîşan kir ku Yekitiya  Sûriyê hokara sereke  bo aramiya li vî welatî tê hesabê.

Lavrov jî li vê civîna rojnamevaniyê got: Moskowa dê alîkariya iraqiyan bike da ku hêza xwe ya eskerî zêde bikin.

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê her wiha  îro daxûyaniyek li rexnekirina Emerîkayê da ku têde hatiye ku kiryara  Emerîkayê li berfirehkirina  kumikên nû, talûka şerê navokî zêde dike.

Ev daxûyaniya  du rojan piştî ku Ajansa Ewlehiya neteweyî ya Rûsiyê raghand ku  Emerîka dest bi berhemanîna  hejmareke  nediyar kumikên navokî yên nû W76-2 kiriye , hat dayîn.

Başa dön tuşu