Wezîrê karên derve yê Iraqê got ku Bexda dê tevlî tu mêhwereke li dijî Komara Îslamî ya Îranê nebe.
Li gorî rapora Fars News`ê, Muhemed Elî El-Hekîm wezîrê karên derve yê Iraqê roja çarşemiyê li press konferansa hevpar tev Sergeyî Lavrov hevtayê xwe yê rûsî li Moskowayê got ku emê tevlî tu mêhwerekê li dijî Îranê nebin.
Wezîrê karên derve yê Iraqê got ku hevkariya eskerî û ewlehiyê bi Rûsiyê re işkesta DAIŞê li Sûriyê û Iraqê garantî dike.
Muhemed Elî Hekîm her wiha li bara alûgirên Sûriyê jî destnîşan kir ku Yekitiya Sûriyê hokara sereke bo aramiya li vî welatî tê hesabê.
Lavrov jî li vê civîna rojnamevaniyê got: Moskowa dê alîkariya iraqiyan bike da ku hêza xwe ya eskerî zêde bikin.
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê her wiha îro daxûyaniyek li rexnekirina Emerîkayê da ku têde hatiye ku kiryara Emerîkayê li berfirehkirina kumikên nû, talûka şerê navokî zêde dike.
Ev daxûyaniya du rojan piştî ku Ajansa Ewlehiya neteweyî ya Rûsiyê raghand ku Emerîka dest bi berhemanîna hejmareke nediyar kumikên navokî yên nû W76-2 kiriye , hat dayîn.