ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî:kesayetiyên ferhengî û hunerî pêşengên nasandina Îranê bo cîhanê ne

Li gorî rapora IRNAyê, Hesen Rûhanî pênşemiyê şevê li mersima mêvandariya fitarê tev kesayetiyên ferhengî û hunerî, dewleta Îranê piştîvan û hevriyê kesayetiyên ferhengî û hunerî da zanîn û tekez kir: Ger em bixwezin li cîhanê hêz û qaweta xwe bidin nimandinê beşeke mezin ji vê qawetê li warê ferheng û hunerê ye.

Rûhanî bal kişand ser rola hunermendan jibo rawestana li hember tirsandina ji Îranê û raberkirina rûveka rastîn a Îrana Îslamî bo cîhanê û destnîşan kir hin kes hewl didin ku cîhanê ji Îranê û ji îraniyan bitirsînin û tenê şalakên warê ferheng û hunerê dikarin li hember vê komployê rawestin û rûveka rastîn a Îrana bi şaristaniyet raberî cîhanê bikin.

Wî bal kişand ser cih û şûna taybet a Îranê li dirêjahiya dîrokê û wek yekim welatê navçê ku xwediyê qanûn, edaletxane û parlimanê bûye û jibo serbixwetî û azadiyê inqilab kiriye û got: Ev aku mûzîka îranî li holên mezin ê mûzîka cîhanê were bihîstinê û eva ku fîlmên îranî li asta cîhanî were hilêxistinê jibo Îran û îraniyan şanaziyeke mezin e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê beşeke giring ê şanaziyên Îranê li dirêjahiya dîrokê destkevta xebatkarên ferheng û hunerê û helbestvanên bi nav û deng ên Îranê da zanîn û got : îro rojê di rewşekê de em dikarin bi cîhanê re peywendiyeke drust pêk bînin û derfetên navçeyê û cîhanê bi kar bînin ku cîhan hêz û qaweta rastîn a ferhengiya Îranê bibîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu