CîhanNûçe

Erdhejeke bi hêza 7.3 pêk hat: Ji bo tsunamiyê hişyarî dan

Li bajarê Fukuşîma yê Japonyayê erdhejeke bi pileya 7.3 pêk hat. Bajar tê vala kirin.

Li gor agahiyên destpêkê îşev bi pileya 7.3 erdhejeke bihêz li nêzî bajarê Iwakî yê eyaleta Fukuşîma ya Japonyayê pêk hat.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya Amerîkayê (USGS) ragihand ku erdheja ku bi dûrahiya 67 kîlometir li bakurê rojhilata wîlateyata Fukuşîma bajarê Iwakîyê pêk hatiye û navenda erdhejê jî li 10 kîlometir kûrahiya jêrmînê ye.

Hat ragihandin ku ti ziyanên canî di encama erdhejê de çênebûne, lê karbidestên Japonî hişyariya tsunamiyê dane û bajarê erdhêj lê rû daye tê valakirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu