ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê berê xwe da Hindê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf ji bo beşdariya li Konferansa Navneteweyî ya salê ya Gotûbêja Rayîsînayê (Raisina) roja Duşemiyê berê xwe da Dêhliya Nû.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf ji bo beşdariya li Konferansa Navneteweyî ya salê ya Gotûbêja Rayîsînayê (Raisina) roja Duşemiyê berê xwe da Dêhliya Nû.

Hevdîtina digel rayedarên hndî, beşdariya li civîna hevpar a bazirganên Îran û Hindê û axaftina li Konferansa navneetweyî ya salê ya gotûbêjên Rayîsînayê ji bernameyên Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li vê sefera sêrojî ne.

Rêvebirên pilebrz ên bi dehan kompaniyên karsaz ên dewletî û sivîl ên Îranê hevrêtiya Zerîf li vê seferê dikin.

Konferansa Navneteweyî ya salê ya Gotûbêja Rayîsînayê (Raisina) ku ji aliyê Ramangeha Binyata Lêkolînên Çavdêriyê ya Hindê va tê lidarxistin, mijarên kêşesaz ên civaka cîhanî vedikolîne.

Başa dön tuşu