CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Serokê CIA: Îran tehdîdeka mezin e li ser berjewendiyên Amerîka

Serokê dezgeha navendî ya îstixbarata Amerîka (CIA) Mike Pompeo dibêje, Îran tehdîdek ciddî ye li ser berjewendiyên Amerîka ji ber wê jî Washington mijûlî guhertinên bingehîn e di siyaseta xwe ya li hember Tehranê de.

Serokê CIA Mike Pompeo duh di civîneka asayişa Amerîka de behsa metirsiyên Îranê li ser berjewendiyên Amerîka li Rojhilata Navîn kir û ragihand, Îran tehdîdeka gelekî mezin e li ser berjewendiyên Amerîka lewma rêveberiya Amerîka biryar daye guhertinên bingehîn di siyaseta xwe ya li hember wî welatî de pêk bîne.

Mike Pompeo her wiha ragihand, Amerîka mijûlî wê ye ku tifaqekî di navbera welatên Erebî û Îsraîlê de pêk bîne û pêşiya zêdegaviyên Îranê li Sûriyê û Rojhilata Navîn bigire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu