AsyaEwropaNûçe

Kammenos: Ger em ê Lozanê betal bikin, em dikarin vegerin ser Sevrê

Wezîrê Parastinê yê Yûnanîstanê Panos Kammenos careke din bertek da daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ên di derbarê Peymana Lozanê de, ku Erdogan di wan daxuyaniyên xwe de Peymana Lozanê li ser navê Tirkiyeyê wek binketî binav kiribû.

Serokê partiya ANEL a rastgirê tundrew Kammenos bi Serfermandarê Yûnanîstanê Vasilis Tellidis re serdana sînorê Yûnanîstanê yê bi ser Arnavûtî kir û got, “Min xwest peyamekê bişînim û bersivê bidim her kesên ku diwêre lêpirsîna peymanên navneteweyî û serdestiya hiqûqê bike û daxuyaniyên provokatîf dide.” Kammenos gotinên Erdogan bibîrxist û got, “Ger ku Erdogan dixwaze Peymana Lozanê betal bike, wê gavê em dikarin vegerin ser Peymana Sevrê.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu