NûçeRojhilatanavinSûriye

Wezîrê karên derve yê Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (Imarat) li xwe mukur hat ku biryara ji bo derxistina Sûriyê ji Yekîtiya Ereban karekî şaş bûye

Wezîrê karên derve yê Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (Imarat) li xwe mukur hat ku biryara ji bo derxistina Sûriyê ji Yekîtiya Ereban karekî şaş bûye.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya El Alemê, Wezîrê karên derve yê Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (Imarat), Enver Qerqaş li hevpeyivînekê ku sibeyha Pêncşemiyê hat weşandin, derxistina Sûriyê ji Yekîtiya Ereban (Arab League) wek pêngaveka şaş da zanîn û itiraf kir ku welatên ereban tu amûra xwe ya siyasî tunînin û nikarin bernameyeka giştalî ji bo çareseriya qeyrana Sûriyê raber bikin.

Yekîtiya Ereban (Arab League) sala 2011an hevdem digel zextên Welatên Rojavayî li ser dewleta qanûnî ya Bişar Esed, endamtiya vî welatî bi awayê demkî da rawestandin.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tikriyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.

Hevkariya hin desthilatdarên ereb ji wan rayedarên siûdî û rayedarên Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (Imarat) digel Rêjîma Siyonîst bûye sebeba gurrbûna qeyranê li navçeya Rojavaya Asyayê ji wan Sûriye, Iraq û Yemenê.

Başa dön tuşu