EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Swîsreyê çû Îranê

Wezîrê karên derve yê Swîsreyê îro Şemiyê gihîşte Îranê û destpêkê berê xwe da bajarê Isfehanê li navenda Îranê.

Îgnaziyo Kasîs, Wezîrê karên derve yê Swîsreyê dema gihîşte Isfehanê seredana şûnwarên dîrokî û mîrata çandî ya vî bajarî kir.

Wezîrê karên derve yê Swîsreyê û desteya pêra piştre hevdîtinek digel mamsoteyên Zanîngeha Pêşeyî ya Isfehanê pêk anî û jibo berfirehkirina danûstandinên zanistî, çandî û tknolojiyê gotûbêj kir.

Kasîs her wiha îro dê seredana Kilîseya Vanekê li Isfehanê bike û digel Osqof Sipiyan Kaşçiyan Pêşewayê mezhebî yê ermeniyên Isfehanê û başûrê Îranê hevdîtin pêk bîne.

Hevdîtin û gotûbêja bi parêzgarê Isfehanê ji bernameyên din ên îro yên Wezîrê karên derve yê Swîsreyê li Isfehanê ne.

Wezîrê karên derve yê Swîsreyê paşê dê berê xwe bide Têhranê û bernameyên wî yên fermî dê roja Yekşemiyê li Têhranê destpê bibin ku ya herî girîng civîna sedemîn salvegera pêwendiyên du welatan e.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê derbarê hatina Wezîrê karên derve yê Swîsreyê bo Têhranê got: Bernameya hevdîtinên Wezîrê karên derve yê Swîsreyê digel Serokomar, Wezîrê karên derve û hin rayedarên din ên payebilind ên Îranê dê rojên Yekşemî û Duşemiyê cih bên.

Başa dön tuşu