CîhanEwropaNûçe

Wezîrê karên derve yê Vinêzoêlayê: Darbe li Vinêzoêlayê tam têk çû

Xorxê Arîza (Jorge Arreaza), Wezîrê karên derve yê Vinêzoêlayê roja Yekşemiyê di hevdîtian digel Sêrgêyî Lavrof, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê li Moskovayê got ku hewildana jibo darbeyê li Vinêzoêlayê tûşî şikestê bûye.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Xorxê Arîza (Jorge Arreaza) her wiha sipasiya Rûsiyê ji ber piştevaniya wî welatî ji dewlet û miletê Vinêzoêlayê kir.

Lavrofê Wezîrê karên derve yê Rûsiyê jî di vê hevdîtinê da pêgirî kir ku Amerîka divê xwe j kiryarên handêr li dijî Vinêzoêlay dûr bike û li çarçova qanûnên navneteweyî tevbigere.

Xuwwan Guwaydo (Juan Guaidó), Rêberê neyarên Vinêzoêlayê Sêşemiya bihurî bi peyameke Vîdyoyî ji alîgirên xwe û hêzên çekdar ên Vinêzoêlayê xwest ku li dijî Nîkolas Madorû şoreşa çekdarî li dar xînin; Lê ev daxwaza tûşî pêşwaziya hêzên çekdar ên Vinêzoêlayê nehat û darbeya biçûk a Guwaydo û hevpeymanên wî serê xwe negirt.

Başa dön tuşu