AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê yê Komara Islamî ya Îranê gihîşt Tirkiyê

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf êvara duşemiyê, 11`ê Nîsana 2016`an, ji bo beşdariya li civîna Saziya Hevkariya Islamî li Stenbolê çû Tirkiyê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî nasyar bi IRNA`yê, wezîrên karên derve yên welatên endamê Saziya Hevkariya Islamî ku girîngtirîn rêxistina cihanînê ya vê saziya mezin e, îro anku sêşemiyê, 12`ê nîsana 2016`an, bi beşdariya wezîrê karên derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf bi rê dikeve.

Li civîna karzaniya Saziya Hevkariya Islamî ku rojên yekşemî û duşemiyê bi rê ket, taximek ji rayedarên derecebilind ên Komara Islamî ya Îranê bi sergêriya Seyd Ebas Iraqçî, cîgirê hiqûqî û navneteweyî yê wezîrê karên derve yê Îranê bi mebesta hilkolandina destûrkara civîna serokan beşdar bû.

Civîna wezîrên karên derve yên welatên endamê Saziya Hevkariya Islamî jî piştî civîna karzanan di rojên sêşemî û çarşemiyê anku 12 û 13`ê nîsanê da yê bi rê bikeve.

Sêzdehemîn civîna serokên welatên endamê Saziya Hevkariya Islamî yê rojên pêncşemî û îniyê anku 14 û 15`ê nîsanê bi rê bikeve.

Li gorî ragihandina pêştir, zêdetir ji 30 kes ji serokên welat û dewletan dê beşdarî vê civînê bi mazûvaniya Receb Teyib Erdoxanê serokomarê Tirkiyê bibin.

Civîna serokan a Saziya Hevkariya Islamî ku li ser esasa texmîna sala 2011`an gelheyek derdora miliyarek û 600 miliyon kesî digire ber xwe û her sê salan carekê bi rê dikeve.

Saziya Hevkariya Islamî ragihandiye ku li civîna Stenbolê ya rêberên welatên islamî, dê biryar û pêngavên pratîkî ji bo hewildana hevpar a islamî û xurtkirina rola Saziya Hevkariya Islamî li du astên navçeyî û cîhanî bide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Binerîn
Kapalı
Başa dön tuşu