Wezîrê karên dreve yê Fransayê: Boykotên li dijî Îranê werin betalkirin
Wezîrê karên derve yê Fransayê li bereberê sefera Têhranê, daxwaza betalkirina hemî boykotên li dijî Komara Îslamî ya Îranê kir.
Jean-Marc Ayrault (Jan Mark Ayro) wezîrê karên derve yê Fransayê yekşemiyê şevê li hevpeyvîna bi IRIB Newsê li Parîsê bal kişand ser giringiya hevhatina navokî ya Îran û grûpa 5+1`ê û tekez kir: Fransa rêzê jî rêketinnama navokî digre û hêvî dike hemî boykotên li dijî Îranê bên rakirin. wezîrê karên derve yê Fransayê ku îro jibo şêwirîna tev rayedarên Komara Îslamî ya Îranê hatiye Tehranê, destnîşan kir: Îran û Fransa hevkariyên çendalî bi taybet li warê aborî hebin û li sefera xwe ya Îranê li civîna dualî ya Têhran-Parîsê beşdar bibin .
Jean-Marc Ayrault (Jan Mark Ayro) destnîaşn kir: Li sefera Têhranê her wiha li bara pirsgirêkên navçê ji wan Sûriye, Iraq û Yemenê dê bi rayedarên Îranê re gotûbêjê bikin.
Wezîrê karên derve yê Fransayê ku bi taximeke pilebilind ê siyasî û aborî sefera Têhranê dike biryar e xêncî hevdîtina tev Hesen Rûhanî, serokkomar û Muhemed Cewad zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li civîna hevpar a aborî yên du welatan beşdar bibe . (BANGÊ ÎSLÂMİ)