ÎranNûçeRojhilatanavin

Fermana Rûhanî bo wezîrê karên hundir ji bo lezandina gihandina alîkariyê bo ziyandîtiyên erdheja Kirmanê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li têkilliya têlêfonî bi wezîrê karên hundir ra agahiyên ehrî dawiyê derheq rewşa erdhejê li parêzgeha Kirmanê li başûrê rojhilata Îranê wergirtin û fermanên pêwîst ji bo gihandina alîkariyê bo ziyandîtiyên ji ber erdhejê dan.

Erdhejek bi mezinahiya 6.1 pileyên Rîştirê sibeha roja Îniyê navçeya Hejdekê ya Kirmanê hejand. Heta niha bi dehan erdhejokan navçeya Hejdeka Kirmanê hejandine.

Wezîrê karên hundir ê Îranê, Ebdulriza Rehmanî Fezlî roja Îniyê li têkilliya têlêfonî bi Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî, ra tevî raberkirina şiroveyên pêwîst, dilniyayî da wî ku rewş bi tamî di bin kontrola berpirsên têkildar ji bo gihandina alîkariyê bo gel e.

Cîgirê yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Îshaq Cehangîrî jî ku vê demê li Rûsiyê dimîne, li têkilliya bi rêya têlêfonê digel parêzgarê Kirmanê fermana taybet ji bo alîkariya bo ziyandîtiyên ji ber erdhejê li gundê Hejdeka Rawerê li parêzgeha Kirmanê da.

Ji ber vê erdhejê derdora 40 malên gundî xera bûn û hejamreka xelkê ji ber tirsê û revîna ji ber erdhejê birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu