EfrîqaÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên dreve yê Îranê, Muhemed Cewad Zerîf îro bi xanima Hana Serwa Tetê hevtaya xwe ya genayî li Akraya paytexta Genayê hevdîtin pêk anî

Wezîrê karên dreve yê Îranê, Muhemed Cewad Zerîf îro bi xanima Hana Serwa Tetê hevtaya xwe ya genayî li Akraya paytexta Genayê hevdîtin pêk anî.

 Li gorî rapora nûçegihanê şandî yê IRNAyê, Hevdîtina Muhemed Cewad Zerîf û xanima  Hana Tetê siba sêşemiyê  li tgor dema herêmê li wezareta  karên derve ya Genayê cih hat ku li vê hevdîtinê her dualî ser berfirehkirina  peywendiyan tekez kirin.

Muhemed Cewad Zerîf li yekim  bernama karê xwe li Genayê seredana  navenda Hîva sor a Îranê kir.

Dr. Mesûd Melikî serokê Hîva sor a Îarnê li Genayê li gotûbêja  bi IRNA`yê re got: Ev 25 sal in ku ev navenda li Genayê hatiye avakirin û xizmetên  pizîşkiyê bo xelkê vî welatî  bi erzanî tên raberkirin.

Gena  berhemhênerê herî mezin ê kakaûyê û xwediyê pila dudiyan a berhemhênerê cîhanî yê almasê û xwediyê madenên herî giring  ê zêran  li cîhanê ye.

Taxima îranî bi serokatiya Muhemed Cewad Zerîf pêştir sefera Nîceriyê kiribû û birayr e piştî Genayê sefera du welatên efrîqî yanê Gîna Konakerî û Maliyê bike.

Li vê seferê rêveberên 38 şîrketên  aborî hevrêtiya wezîrê karên derve yê Îranê dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu