Wezîrê karên dreve yê Îranê, Muhemed Cewad Zerîf îro bi xanima Hana Serwa Tetê hevtaya xwe ya genayî li Akraya paytexta Genayê hevdîtin pêk anî.
Li gorî rapora nûçegihanê şandî yê IRNAyê, Hevdîtina Muhemed Cewad Zerîf û xanima Hana Tetê siba sêşemiyê li tgor dema herêmê li wezareta karên derve ya Genayê cih hat ku li vê hevdîtinê her dualî ser berfirehkirina peywendiyan tekez kirin.
Muhemed Cewad Zerîf li yekim bernama karê xwe li Genayê seredana navenda Hîva sor a Îranê kir.
Dr. Mesûd Melikî serokê Hîva sor a Îarnê li Genayê li gotûbêja bi IRNA`yê re got: Ev 25 sal in ku ev navenda li Genayê hatiye avakirin û xizmetên pizîşkiyê bo xelkê vî welatî bi erzanî tên raberkirin.
Gena berhemhênerê herî mezin ê kakaûyê û xwediyê pila dudiyan a berhemhênerê cîhanî yê almasê û xwediyê madenên herî giring ê zêran li cîhanê ye.
Taxima îranî bi serokatiya Muhemed Cewad Zerîf pêştir sefera Nîceriyê kiribû û birayr e piştî Genayê sefera du welatên efrîqî yanê Gîna Konakerî û Maliyê bike.
Li vê seferê rêveberên 38 şîrketên aborî hevrêtiya wezîrê karên derve yê Îranê dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)